Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

‘Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtin bi malbatên xwe re bikin’

Baroya Îzmîrê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li herêma erdhejê ji Wezareta Dadê pirsî û xwest hemû girtî hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin.

Baroya Îzmîrê, piştî erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6’an li Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajaran kirin, binpêkirinên mafan ên li herêmên erdhejê ji Wezareta Dadê pirsî. Baroya Îzmîrê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran rû dane û mafê jiyanê û qedexeya muameleya xirab û îşkenceyê hatiye binpêkirin.

Baroyê ev pirs ji Wezareta Dadê pirsîn:

* “Em dixwazin îdiayên li girtîgehên Hatay, Meletî û Turkoglû ku tê gotin girtî mirine û birîndar bûne bên lêkolînkirin,

* Em dixwazin bê lêkolînkirin ku bê ka girtîgehên li herêma erdhejê texrîb bûne yan na,

* Em dixwazin bê eşkerekirin ku bê girtiyên di girtîgehên texrîbbûyî de sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin,

* Em dixwazin bê eşkerekirin ku bê ji bo parastina mafê jiyanê çi tevdîr hatine girtin,

* Em dixwazin îdiayên ku tê gotin mafê jiyanê û qedexeya muameleya xirab û îşkenceyê hatine binpêkirin bên eşkerekirin,

* Em dixwazin hemû girtiyên di girtîgehên li herêmên erdhejê hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar