Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Li gel biryara agirbestê jî dagirkeran 38 caran êrîş kirin’

Li gel biryara rawestandina çalakiyan a hêzên gerîla, êrîşên dewleta tirk ya dagirker dewam dikin. Dagirkeran 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa tirk ya dagirker li hemberî hêzên me yên di pozîsyona parastinê de ne, êrîşan dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne, 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa tirk ya dagirker bi vî rengî ne;

Li herêma Zapê,

16’ê sibatê hêzên dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrîşî hêzên me kirin. Hêzên me yên YJA Starê jî di çarçoveya parastina rewa de li dagirkeran dan. Sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke jammer hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker;

16’ê sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 34 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar