Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Divê deriyê sînor ji bo alîkariyê bên vekirin’

Welatiyên Hesekê di demekê de ku herî zêde hewcedarî bi alîkariyê û piştgiriyê heye, girtina deriyên sînor ên Til Koçer û Sêmalkayê şermezar kir û wek kiryarekî dûrî exlaqê bi nav kir

Di demekê de divê deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re werin vekirin û alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê  werin şandin, hêzên navneteweyî û herêmî, girtina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re didomînin.

Deriyê Til Koçerê ji sala 2020ʹan ve bi vetoya Rûsya û Çînê ya li Konseya Ewlekariyê ya NY`yê, girtî ye. Li aliyê din deriyê Bab El Hewa yê li Idlibê yê di bin serweriya dewleta tirk û çeteyên Cebhet El Nûsra de vekirî ye.

Tevî biryara Amerîkayê ya sivikkirina cezayan li ser Sûriyeyê ji bo 180 rojan, rewş nehatiye guhertin û piştî erdhejê jî ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr got: “Di van rewşên zehmet de divê astengî werin derbaskirin, nakokiyên siyasî werin rakirin û deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî ji bo herêmên wêrankirî werin vekirin.”

Beşîr îşaret pê kir ku ji ber zextên dewleta tirk a dagirker PDK nahêle alîkarî di deriyê Sêmalkayê re derbas bibin û got, ji ber ku ev alî statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser nas nakin û rola wê paşguh dikin.

Nivîskar û derhênerê şanoyê Deham Setam diyar kir ku mijara mirov ne armancên pêşîn ên dewletan e, lê aliyê siyasî girîngtir e û got: ” Aloziyeke exlaqî ya navneteweyî û herêmî heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar