Rojnameya Xwebûnê plan kir ku 21’ê sibatê bi boneya Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî çalakiyekê li dar bixe lê çalakî ji ber erdhejê betal kir. Ew dahata hatibû bidestxistin diyarî mexdûrên erdhejê hatiye kirin.
Ji bo lidarxistina çalakiya ji bo 21’ê sibatê amadekarî hatin kirin ku konserek û çalakiyek ji bo pîrozkirina roja zimanê dayikê were lidarxistin. Ji bo wê yekê kartên vexwendina tevlêbûna vê çalakiyê li hezkiriyên zimanê kurdî û xwînerê rojnameyê hatin belavkirin. Lê mixabin ji ber felaketa erdheja ku navenda wê li Mereşê bû, li welêt çêbû rojname neçar ma ku wê çalakî û şahiya ziman betal bike.
Hewcedarî bi çadiran hebû

Rojnameyê ji bo vê yekê ji kordînasyon û maseya krîzê ya HDP û saziyên sivîl li hewcedariyên mexdûrên erdhejê pirsiye û li gorî pêşinyara komisyonê hewcedarî bi çadiran hebûye.Weke rojnameya Xwebûnê li gorî pêşniyara komîsyonê bi wan pereyan çadir hatine kirîn û ji bo piştevaniya wan li erdhejzedeyan hatiye belavkirin.
Bi vî awayî rojnameya Xwebûnê teahuda xwe aniye cih û bi wan pereyan 10 çadir kirîne û îro bi destê xwe li bajarokê Bilamê yê Navçeya Celikan a Semsûrê li mexdûrên erdhejê belav kirine.




