Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

29 şehîdên mehên çile û sibatê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 29 şehîdên mehên çile û sibatê yên di dem û li cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bibîranînê li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê bi tevlîbûna bi dehan şênî, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê û patriyên siyasî, hat lidarxistin

Li cihê merasîmê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin daliqandin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, wêneyên 29 şehîdên HPG/YJA-Starê, YPG/YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin pêşandan û li nirxandinên Rêber Ocalan ên li ser şehadetê û şehîdan hat guhdarîkirin.

Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Hec Ebdî Xelef axivî û bal kişand ser êrîşên çeteyên Cebhet El Nusra, DAIŞ û dewleta tirk a dagirker ên li djiî gelê herêmê û diyar kir ku keç û xortên herêmê li hember wan êrîşan li ber xwe dan û êrîş têk birin.

Ebdî soz da ku ew ê heta pêkanîna xeyalên şehîdên ên avakirina civaka azad û demokratîk, têkoşînê mezin bikin.

Piştî axaftinan navên 29 şehîdan hat xwendin. Merasîm bi dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” bi daswî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar