Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Rojnamevanan mîna şeytên nîşan didin’

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) ragihand ku, taybet piştî erdhejê zexta li ser rojnamevanan gelek xerab bûye.

Midûrê IPI Frane Maroevic di serdana Enqereyê de ji AFP’ê re axivî û got, “Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê di nava salan de nebaş bû û rewşa awarte ji bo rojnamevanan hîn girantir û zehmetir bû.”

Maroevic ku roja sêşemê serdana Antakyayê kir, got “Aşkere ye ku rayedar nahêlin rojnamevan bi rengekî serbixwe li qadê bixebitin.”

Maroevic ragihand ku bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14’ê gulanê re zexta li ser rojnamevanan dibe ku ‘girantir’ bibin.

Maroevic qanûna dezenformasyonê bibîr xist û got, “Rojnamevanan mîna şeytên nîşan didin (…) ku ev yek wan dixe nava metirsiyê. Ev yek atmosfereke welê diafirîne ku êrîşên li ser mirovan rewa bêne nîşandan.”

Maroevic got, “Azadiya îfadeyê nebe nepêkane ku hilbijartinên azad pêk werin.”

Midûrê IPI ragihand ku di dema serdanê de xwestiye bi rayedarên tirk re jî hevdîtinê bike, lê belê bersiv ji daxwaza wî re nehatiye dayin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar