Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Divê Newroz bibe peymana yekîtiya nava kurdan’

Welatiyên Hewlêrê bi boneya Cejna Newrozê gotin; “Newroz tê wateya şoreş û raperînga gelê kurd û serhildana li dijî zaliman. Divê Newroz bibe peymana yekîtiya nava kurdan.”

Li seranserê Kurdistanê Cejna Newrozê bi coşek mezin tê pîrozkirin, bi hatina Newrozê re bazara cil û bergên kurdî jî germ bûye. Welatî bi çêkirina cil û bergên kurdî û guhdarkirina stranên kurdî pêşwazî li Newrozê dikin.

Welatiyên Hewlêrê jî bi coş û xirûşek mezin xwe ji bo Newrozê amade dikin. Welatiyên Hewlêrê derbarê Cejna Newrozê de axivîn.

Welatiyê bi navê Ehmed Mistefa destpêkê cejna Newrozê li hemû gelê kurd pîroz kir û got; “Pêwîste em bi wergitina cil û bergê kurdî vê rojê baş pêşwazî bikin. Divê Newroz bibe havênê yekîtiya nav gelê kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê û bibe sedema yek peyamtiya kurdan. Bang li welatiyan dikim dema cejnê pîroz dikin, jîngehê paqij bigrin û paşmayên xwe ne avêjin derdor.”

Welatiyê bi navê Serdar Şiwan jî li ser heman mijarê axivî; “Newroz tê wateya şoreş û raperînga gelê kurd ya li hemberî zilm û zordariyê. Ji bo vê pêwîste em hemû bi wergirtina cil û bergên kurdî pêşwazî li Newrozê bikin. Cil û bergên kurdî di heman demê de nasnameya gelê kurde, divê girîngî bidin cil û bergên kurdî, ji ber ku wiha biçe wê winda bibin.”

Bi hatina Cejna Newrozê re bazara cil û bergên kurdî jî germ bûye. Bi salane Merîwan Mihemed li nav bazara Hewlêrê karê dirûtina cil û bergên kurdî dike. Merîwan dibêje; “Bi hatina meha adarê  û Cejna Newrozê re, welatî berê xwe didin cil û bergên kurdî û daxwazek zêde li ser çêkirina cil û bergên kurdî heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar