Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Stratejiya hilbijartinê zelal bû

Tifaqa Ked û Azadiyê  şêweyê tevlîbûna hilbijartinê diyar kir. HDP dê bi Partiya Çep a Kesk û TÎP û EMEP jî bi logoya xwe di bin sîwana Tifaqê de biçin hilbijartinê. 

Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi rojeva hilbijartinên serokkomariyê û giştî bi mazûvaniya Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) di 16’ê adarê de civiyabû û biryara xwe dabû ku wê di bin sîwana Tifaqê de biçin hilbijartinê. HDP, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) di Tifaqê de cih digirin. Tifaqê di 22’yê adarê de jî helwesta xwe ya ji bo hilbijartina serokkomariyê aşkere kir û deklare kir ku wê namzet dernexin. Tifaqê di encama muzakereyên hatin kirin de lihevkirinek tam pêk anî.

Piştî dan û standina stratejiya hilbijartinê zelal bû

HDP’ê encama nîqaşên civînê xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku wê bi yek partiyê û yek lîsteyê biçin hilbijartinê bir rojeva civîna Tifaqê. HDP’ê her vê israra xwe domand. Lê belê di heman civînê de TÎP û EMEP’ê meyla wê bi logoyên xwe biçin hilbijartinê nîşan da. Li ser vê yekê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina müzakereye serokên giştî bi desteyên partiya xwe re civiyan û wext xwestin. Baş û Akdenîz piştî bi desteyên partiyên xwe re hevdîtin kirin, biryarên xwe ji maseya Tifaqê re ragihandin. Piştî ragihandina biryaran re di nav partiyan de formula têkildarî stratejiya hilbijartinê jî zelal bû.

Partiyên din wê di bin heman sîwanê de biçin hilbijartinê

Niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doza girtina HDP’ê heye. HDP’ê ji AYM’ê xwestibû ku biryara doza girtinê bila bimîne piştî hilbijartinê. Lê belê AYM’ê daxwaza HDP’ê red kiribû. HDP’ê jî li ser vê redkirinê biryar da ku dê bi Partiya Çep a Kesk di bin sîwana Tifaqê de biçe hilbijartinê. TÎP û EMEP jî dê bi logoyên xwe di bin sîwana Tifaqê de biçin hilbijartinê. TOP, EHP û SMF jî dê bi lîsteya Partiya Çep a Kesk biçin hilbijartinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar