Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rewşenbîran banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê kir

Li dijî ambargoya dewleta tirk û siyaset dijminahî ya hemberî kurdan, rewşenbîrên kurd banga boykotkirina kel û pelên tirk kirin.

Piştî helîkoptera ku li Silêmanî ket û 9 şervanên YAT’ê şehîd bûn Kompanyaya Turkish Airlines (Geştên Hewayî yên Tirkiyeyê) hemû geştên xwe yên hewayî yên di meha nîsanê de yên ku diçin Silêmaniyê rawestand.

Parlamenterê berê Selar Mehmud û nivîskar Kemal Reuf li dijî ambargoya dewleta tirk a dagirker û dijminatiya wî ya hemberî kurdan, bang li hemû xelkê başûrê Kurdistanê kirin da ku kel û pelên dewleta tirk boykot bikin.

Rewşenbîrên kurd li ser malperên xwe yên torên civakî ragihandin ku girtina balafirxaneya Silêmanî û Helebceyê, nîşanek din a parçekirina Herêma Federal a Kurdistanê ye û derxistina fitneyê ye.

Herdu rewşenbîran der barê rewşa heyî de daxuyaniyek wiha dan: “Li hemberî ambargoya dewleta tirk û siyaseta dijminî ya hemberî kurdan taybet girtina geştên asmanî yên balafirxaneya Silêmaniyê ku beşek ji siyaseta dijminahiya dijî Herêma Federal a Kurdistan û rojavayê Kurdistanê ye, em bang li hemû kesê dikin ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. Bila ev boykot bibe helwestek neteweyî ya dijî biryara girtina geştên asmanî ya dijî xelkê Silêmaniyê.

Girtina geştên asmanî yên Silêmanî û Helebceyê nîşaneyek din a parçekirina Herêma Federal a Kurdistanê û derxistina fitneyê ye û zexta li ser partî û tevgerên neteweyî yên kurd e.

Li hemberî vê polîtîkayê bi boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê banga yekîtiyê li hemû kurdan dikîn. Bila ev weke bersivek rewa ya sivîl a ji bo têkbirina siyaseta Tirkiyeyê be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar