Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Desteya Tenduristiyê bi parlamentoya Katalonyayê re civiya

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamenterên Katalonyayê re civiyan û rewşa tenduristî ya li herêmê û rêbazên pêşxistina wê nîqaş kirin.

Parlamentoya herêmên Bask û Katalonyayê vexwendnameyeke fermî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re şand. Li ser vexwendnameyê şandeyeke Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 4′ê Nîsanê de çû serdana Katalonyayê.

Şande ji hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, nûnerê Rêveberiya Xweser  yê li Belçîka Faiq Omer pêk tê.

Parlamentera Partiya Çep a Komarê Jordi Albert û parlamenterê Partiya Hevgirtin ji bo Katalonyayê û berpirsê têkiliyên derve yê parlamentoya Katalonyayê Francis Damlasise û parlamenterê Partiya CUP a Çep Acarlis Riera, berpirsa tenduristiyê ya parlamentoya Katalonyayê Laurie Lozano şandeya Rêveberiya Xweser pêşwazî kir.

Civîn li Barcelona hat lidarxistin. Li gorî Ciwan Mistefa, di civînê de rewşa tenduristî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çawaniya pêşxistina wê bi rêya hevpeymanên şîrket û lihevkirinan hatin nîqaşkirin.

Ciwan Mistefa bi rêya telefonê ji ajansa me re got wan soz ji parlamentoya Katalonyayê wergirtin û bi erênî wesif kir. Mistefa da zanîn ku dê ew soz di pêşerojê de bandoreke erênî li rewşa tenduristiyê ya herêmê bikin.

Tê payîn, Ciwan Mistefa îro hevdîtinê bi parlamentoya Baskê re bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar