Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Belgefîlma nû: Rojava, kurd, dewleta tirk û DAIŞ

Li ser hevkariya dewleta tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re, Belgefîlma "Rojava, kurd, dewleta tirk û DAIŞ" hat kişandin. Belgefîlma ku gefa van hêzan kiriye mijar wê di televîzyona WDR a Almanyayê de were weşandin.

Derhêner Kawa Akrawî û rojnamevan Gulan Akrawî ji bo şopandina rewşa herêmê çûn Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gulan Akrawî diyar kir ku kişandina belgefîlmê di îlona 2021’ê de dest pê kiriye.

Derhêner Kawa Akrawî berê kamerayên xwe daye ser hevkarî û gefên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê. Di belgefîlmê de derhêner balê dikişîne ser berxwedana jinên kurd û ya HSD’ê.

Gulan Akrawî diyar kir ku di belgefîlmê de ew li ser gef, êrîşên dewleta tirk ên ku bi droneyan rasterast sivîlan dike hedef jî sekinîne.

Di belgefîlmê de bal tê kişandin ku îro zêdetirî 4 mîlyon mirov li Rojava dijîn û jiyana gelên li vir  rasterast di bin gefa dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê de ye.

Di belgefîlmê de, ku her wiha bal tê kişandin ser xetereyên girtîgeh û kampên ku endamên DAIŞ’ê tê de ne. Di belgefîlmê de tê diyarkirin ku 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê girtî ne û 50 hezar kesên ku xizm û malbatên çeteyan in, di kampan de tên ragirtin.

Belgefîlm li bersiva van pirsan digere: Rojava çawa dikare xwe li hember dewletên cîran û ji nû ve derketina DAIŞ’ê biparêze? Ji bo sekinandina çeteyên Îslamî û rehabîlîtasyona zarokan çi çareserî hewce dike?

Belgefîlm wê 12ê nîsanê saet di 22:15an de li ser “Die Story” ya di kanala WDRê de were weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar