Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Welatparêzê hêja Mele Motor’ di 74 saliya xwe de çû rehmet ê’

Mele Motor (Mehmet Îlhan) ê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî kedeke mezin bû, di 74 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kûrtay ku bi çalakiya xwe ya dîrokî ya li dijî zilma li Girtîgeha Amedê tê bibîranîn, nasnavê “Mele Motor” li Mehmet Îlhan kiribû.

Ferhat Kûrtay tevî Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner  li dijî zextên li girtîgeha di bin rêveberiya îşkencekar Esat Oktay de ye bedena xwe şewitandibûn.

Yek ji meleyên welatparêz ên Kurdistanê Mehmet Îlhan li Êlihê di 74 saliya xwe de rehmet kir.

Hat ragihandin ku Îlhan ji ber nexweşiyan rehmet kiriye. Malbata wî ji bo Îlhan li Mizgefta Hazretî Mûsa şîn danî.

Îlhan cara pêşîn li Qosera Mêrdînê peywir stendibû. Mele Îlhan li vir Ferhat Kûrtay û tevgera siyasî ya kurd nas kiribû.

Ji ber ku di wextên nimêjê de bi motorsîkletê diçû mizgeftê û bi motosîkleta xwe karên xwe yên din bi cih dianî, nasnavê “Mele Motor” lê hatibû kirin.

Kurê wî Abdullah Îlhan ku weke wî mele bû, di sala 1992’an de tevlî nava refên PKK’ê bû û di êrîşên li ser Rojava de şehîd bû.

Kurê duyemîn ê Îlhan, Mele Necmettîn Îlhan jî di sala 2014’an de di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê de derbasî Kobanê bû û li wir şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata welatparêzê xwe yê hêja Mele Motor û gelê xwe yê welat parêz re dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar