Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Tenê herêma Zapê 77 caran hatiye bombekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yê yên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber didomîne û got “Tenê herêma Zapê 77 caran hatiye bombekirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 24, 25 û 26’ê nîsanê de gelek qadên berxwedanê yên li herêma Zapê herî kêm 77 caran hatine bombekirin.

Di daxuyaniyê de der barê êrîşên artêşa tirk a dagirker de ev agahî hatin dayîn:

“Herêma Zapê

— Roja 25’ê nîsanê saet di navbera 07:30 û 08:30’an de artêşa tirk a dagirker 3 caran bi çekên giran êrîş birine ser çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbûye.

— 25’ê nîsanê saet 09:00’an artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîş biriye ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me yên YJA Starê ji bo parastina xwe bersiv dan û di şer de dagirkerek hatiye kuştin.

— 25’ê nîsanê saet 16:20’an artêşa tirk a dagirker careke din bi çekên giran êrîşe birine ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û di pevçûnê de dagirkerek hate kuştin.

  1. Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

“Di 24, 25 û 26’ê nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Çemço û Sîdayê 8 caran bi helîkopterên êrîşê, 69 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar