Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HDP: Divê her kes li dijî vê rejîma zext û zilmê rabe

HDP’ê bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ku wek operasyona hilbijartinê tê binavkirin û got: “Em xwedî hêz û biryardariyê ne ku van operasyonên derexlaqî yên desthilatdariyê û Wezîrê Karên Sûcan ku îrade û tercîha gel weke ‘derbe’ pênase dike, rawestînin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî operasyonên hilbijartinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê dan. HDP’ê got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştevaniya gel û rewabûna civakî ji dest da û bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir. Li Amedê operasyona ku li dijî partî, rojnamevan û parêzerên me hatî destpêkirin, doh li Enqereyê û vê sibehê li Stenbolê jî dewam kir. Hevserokê Giştî yê ESP’ê ku pêkhateyek partiya me ye Şahîn Tumuklu, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, endamên ESP’ê û rojnamevanên muxalîf jî hatin destgîrkirin.”

Di daxûyaniya HDP’ê de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Me berê anîbû ziman, em car din destnîşan bikin: Ev pêlên destgîrkirinê, planek e ku li dijî îradeya hilbijêrên Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev êrîşane operasyonên hilbijartinê yên Tirkiyeyê ne. Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê wê heta dawiyê li berxwe bidin. Me serî li ber derbeya qeyûman netewand û em ê îro jî serî li ber derbeya hilbijartinê netewînin. Em xwedî hêz û biryardariyê ne ku van operasyonên derexlaqî yên desthilatdariyê û Wezîrê Karên Sûcan ku îrade û tercîha gel weke ‘derbe’ pênase dike, rawestînin.

Em bang li partiyên siyasî, muxalefet û raya giştî ya demokratîk hemûyê dikin:

Li ber vê kûmpasa hilbijartinê rawestin! Ev têkildarî me hemûyan e. Ev operasyon, operasyona siyaseta kûmpasê, dizîna sindoqan û îradeya gel e. Lewma divê her kes li dijî vê rejîma zext û zilmê rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar