Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dewleta tirk ji ber tevlêbûna Aslan a  daxûyaniya çapemeniyê 15 sal ceza xwest

Dewleta tirk ji ber ku Endama Meclisa Şaredariya Erxenî Ceylan Aslan tevlî xwepêşandan û daxûyaniyên çapemeniyê bûye, heta 15 salan cezayê girtîgehê jê re xwest.

Rûniştina doza derbarê Endama Meclîsa Şaredariya Erxenî Ceylan Aslan a ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wezîfeya wê hate desteserkirin, bi hinceta beşdarî daxûyaniyên çapemeniyê, civîn û çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatibû destpêkirin û ji aliyê rêxistina wan ve hatibû birêxistinkirin bûye, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Dozgerî di mutalayê xwe de diyar kir ku walîtiyê der barê çalakiyên ji bo Guven de biryara qedexeyê daye û îdia kir ku Aslan ‘li ser banga rêxistinê’ tevlî çalakiyan bûye.

Hat îdiakirin ku Aslan “têkiliya xwe ya hiyerarşîk bi rêxistinê re heye, bi rêxistinê re xwedî têkiliyeke organîk e û bi dilxwazî li gorî armanca rêxistinê tevgeriya ye.” Hat xwestin ku Aslan ji ber “endametiya rêxistinê” û “dijderketin li qanûna xwepêşandan û meclîsan” bê cezakirin.

Heyeta dadgehê daxwaza parastinê ya li dijî mutalayê qebûl kir û rûniştin taloqî  27 ‘ê îlonê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar