Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

ÎHD: Erdem ê 5 salî bi zanebûn hat qetilkirin

ÎHD'ê anî ziman ku di deh salên dawî de bi dehan zarok bi wesayitên leşkerî jiyana xwe ji dest dan û got: “Qetilkirina Erdem Aşkan ê 5 salî ku li Geverê wesayita çawişê pispor ê tirk lê da ne qeza ye bûyereke bi zanebûne.”

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser kuştina Erdem Aşkan ê 5 salî daxûyaniyek weşand, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayita çawişekî pispor lê qelibî û hate qetilkirin.

‘BI DEHAN ZAROK BI WESAYITÊN LEŞKERÊN TIRK JIYANA XWE JI DEST DAN’

Di daxûyaniyê de hate gotin, “Li Geverê, zarokê bi navê Erdem Aşkan ê 5 salî, ji ber ku wesayita personelekî leşkerî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da. Dema ku li gel dayik û xwişk û birayên xwe bû, bûyer qewimî. Di deh salên dawî de bi dehan zarok bi wesayitên leşkerî jiyana xwe ji dest dan.”

Di dewama daxûyaniyê de hate gotin: “Bi navê Komeleya Mafên Mirovan me gelek caran hişyarî dan ku kiryarên van bûyeran bêceza têne hiştin, lê li ber çavan nehate girtin û mixabin zarok hîn jî di encama bûyerên bi vî rengî de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî me, mirina Erdem Aşkan ne qeza ye, lê bûyereke kuştinê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar