Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji bo dayîna pereyên cotkaran 8 navend hatine vekirin

Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî ya Rêveberiya Xweser 8 navend ji bo dayîna pereyên cotkaran vekirin. Dayîna pereyan dê çend rojên bê dest pê bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha zêdetirî 400 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye. Xebatên wergirtinê dewam dikin. Rêveberiya Xweser her kîloyeke genim bi 46 sentan diyar kiriye. Desteya Darayî bi hevkariya Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî amadekariyên dayîna pereyên cotkaran dike.

Par radestkirina fatoreyên genim bi rêya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk dihat, lê îsal bi rêya nivîsgehên dayîna pereyan tê kirin.

Nivîsgehê ji bo radestkirina fatoreyên genim ên cotkaran li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê 8 navend vekirine.

Têkildarî mekanîzmaya radestkirina fatoreyên genim ên cotkaran, endamê Beşa Hesaban a Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî Macid El Elî ji ANHA’yê re axivî.

El Elî diyar kir ku destpêkê dê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê lîsteya navên cotkaran, navendên radestkirina genim, miqdar û cureyên wê û daneyên din ên berhemên wan radest bike û got: “Desteya Darayî dê lîsteyên ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji wan re şandine lêkolîn bike û piştre dê ji Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî re bişîne. Nivîsgeh dê lîsteyan li şaxên xwe belav bike da ju fatoreyan radestî cotkaran bike.”

Macid El Elî diyar kir Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî di rûpela xwe ya Facebookê de, lîsteyên fotareyên ku hatine amadekirin, li gorî dîroka wergirtinê, navend û şaxên ku fatore lê werin dayîn, radigihîne.

El Elî destnîşan kir ku pereyên cotkaran dê bi dolar werin dayîn û eger kêmî 100 dolarî be dê bi lîreyên Sûriyeyê were temamkirin û wekî mînak got, eger pere 2 hezar û 550 dolar be, dê 50 dolar bi pereyên Sûriyeyê werin dayîn.

Macid El Elî anî ziman ku di çend rojên bê de dê pereyên cotkaran bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar