Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

KNK: Divê demildest CPT û Konseya Ewropayê têkeve nava tevgerê

KNK’ê piştî daxuyaniya endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok a li ser nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir û got: “Divê gaveke berî gavekê CPT û Konseya Ewropayê têkevin nava liv û tevgerê.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ji ber nameyên gefxwarinê yên dewleta tirk radestî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine, fikarên mezin hatin bilêvkirin.

KNK’ê bi bîr xist ku zêdeyî 24 sal in tecrîdeke giran li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin û hate gotin, Rêberê Gelê Kurd di Adara 2007’an de bi jehrê hate xistin û ev rewş jî bi mînakên ji porê wî hate ispatkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi taybetî 28 meh in parêzer û malbata Birêz Ocalan nikarin serdana wî bikin. Destûr ji axaftina bi telefonê re jî nayê dayin. Birêz Ocalan herî dawî 25’ê Adara 2021’ê ji bo demeke kurt karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Parêzer ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin tevî ku gelek caran serî li meqamên rayedar ên li Tirkiyeyê û Komîteya Pêşîgirtina li îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan jî tu bersiv wernegirtin.” KNK’ê bi bîr xist ku CPT heta niha red dike ku bikeve nava liv û tevgerê û têkildarî rewşa li girtîgeha Îmraliyê tu agahî parve nekiriye.

KNK’ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heyetekê ava bikin û ji van dewlet û hêzên siyasî xwest ku zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar