Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Em kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û Peymana Lozanê red dikin’

Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê diyar kir ku wê di 22-23’ê tîrmehê de Lozanê civînek berfireh li dar bixin û gotin: “Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de, em kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û Peymana Lozanê red dikin.”  

Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê di çaroveya 100 saliya Peymana Lozanê de bi tevlîbûna nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî di 22-23’yê tîrmehê de roja Şemî û Yekşemê civînekê li dar bixin.

Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Weke tê zanîn berê sed salan li Lozanê ku bajarekê Swîsreyê ye, konferanseke navneteweyî-navdewletî hat lidarxistin û di encamê da peymanek hate mohrkirin û Kurdistan careke din hate parçe kirin.

Em nûnerên partî, rêxistin û sazîyan û kesayetên Kurdistanî, 22-23’yê tîrmeha sala 2023’yan rojên Şemiyê û Yekşemê, di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de, li Lozanê kom dibin. Em ê di civînê de nirxandina encamên Peymana Lozanê bikin û helwesta xwe diyar bikin.

Em dixwazin di salvegera 100’emîn a vê peymana reş de, helwesteke Kurdistanî derbixin holê û nerazîbûna xwe ji aliyan re bidin der û dengê xwe bigihînin dinyayê.  Roja 24’ê Tîrmeha sala 2023’yan salvegera mohrkirina Peymana Lozanê ye, li ber salona gotûbêj tê de hatiye kirin, em ê bi daxuyaniyeke girseyî encamên konferansê ragihînin raya giştî ya cihanê.

Ji çar aliyên Kurdistanê û dîasporaya kurd wê kes li Lozanê kom bibin û bi yek dengekê bilind bang li wijdanê mirovahiyê û hemû dewletên dinyayê bikin û bibêjin: “Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de, em kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û Peymana Lozanê red dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar