
Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 958’an jî li Qada Galatasarayê hate domandin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik û Meral Daniş Beştaş, endamê Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Mûsa Pîroglû û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik piştgirî dan daxuyaniya vê hefteyê.




