Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hevdîtina malbata Şenyaşar a bi wezîr re hat astengkirin

Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê li Enqereyê didomîne, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tev li çalakiyê nebû. Hevdîtina parlamenter Ferît Şenyaşar a bi wezîr re jî hat astengkirin.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar rizgar bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê tîrmehê de li Enqereyê didomînin. Malbat li pêşiya Wezareta Edaletê nobeta xwe didomîne. Ji ber nexweşî û nerihetiyan Emîne Şenyaşar nekarî tev li nobeta îro bibe.

Ferît Şenyaşar, çalakî domand û ji meclisê meşiya heta Wezareta Edaletê û xwest bi rayedarên wezaretê re hevdîtinê bike lê jê re hat gotin ku wezîr ne li cihê xwe ye. Ferît Şenyaşar jî bertek nîşanî rayedaran da û piştre çalakiya xwe bi dawî kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar