Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gerîla li Zapê 5 leşkerên tirk ceza kir

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 5 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li gelek çeperan hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî da:

“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

16’ê tebaxê saet 05:00 û 07:15’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperên dagirkeran hate xistin.

16’ê tebaxê saet 10:50’î çeperên dagirkeran ên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin hedef girtin û çeperek hate rûxandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

16’ê tebaxê saet 15:10’an çeperên dagirkeran ên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin hedef girtin û çeperek hate rûxandin.

16’ê tebaxê saet 17:00’an dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê, bi çekên giran hedef hatin girtin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de; dagirkerek hate cezakirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

16’ê tebaxê saet 17:40’an dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin tevgerê, bi çekên nîvotomatîk hatine hedefgirtin û dagirkerek hatiye cezakirin.

16’ê tebaxê saet 18:00’an dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî hewl didan keşfê bikin, bi çekên nîvotomotîk hatin hedefgirtin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

16’ê tebaxê saet 18:20’an de dema ku dagirker li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî kom bûn, bi çekên giran hatin hedefgirtin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidar xistin.

Hêzên me 17’ê tebaxê di navbera saet 00:30 û 01:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî tevgera helîkopteran 6 caran bi çekên giran mudaxeleyê kirin.

17’ê tebaxê saet 03:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker bi çekên giran hatin hedef girtin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

Herêma Zapê;

16’ê tebaxê saet 19:30’an li herêma Berxwedanê ya Sîdayê dagirker bi çekên ferdî hedef hatin girtin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

16’ê tebaxê Herêma Berxwedanê ya Girê Biharê ya girêdayî Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carek û herêmên Gundê Şêlazê û Golka yên Metîna 7 caran; Bi tevahî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar