Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî dest pê kir

Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" li paytexta Lubnanê Beyrûtê dest pê kir.

Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve tê organîzekirin. Dê konferans 2 rojan dewam bike.

Ji welatên Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, her wiha ji Şengal, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan tev li dibin.

Konferansê bi sirûdên neteweyî yên Lubnanê û kurdî dest pê kir.

Axaftina destpêkê dê aktîvîsta mafên jinan û mafên mirovan Dr. Ayîde Nasir bike. Her wiha li ser navê komîteya amadekar a kongeryê dê Henan Osman biaxive.

Li gorî bernameya konferansê dê “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê”, “Tecrubeyên jinên kurd di pêxirtengiyên li herêmê de” û “Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de” werin nîqaşkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar