Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Dijmin dixwaze ku fikrên Rêber Apo ji ciwanan dûr bixe’

Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê, di çerçoveya çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” de li Xanesorê sînevîzyon li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşandan û gotin: “Dijmin dixwaze ku fikrên Rêber Apo ji ciwanan dûr bixe.”

Li Parka Giştî ya Xanesorê ya Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di çerçoveya pêngava  “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” de sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin lidar xist. Çalakî bi beşdariya jinên ciwan û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê bi deqeyek rêzgirtin despê kir.

Endama yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Nazlî Hacî qala armanca çalakiya xwe kir û got ku ew tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan napejirînin. Hacî got: “Ji ber ku bi demê re tecrîda li ser Rêber Apo giran dibe, em weke ciwanên Şengalê li vir kom bûne û me sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Apo temaşe kir. Em tecrîdê qebûl nakin. Dijmin dixwaze ku fikrên Rêber Apo ji ciwanan dûr bixe. Ji ber ku ciwan bi fikr û felsefeya Rêber Apo gihane asta pêşketinê. Çi ji destê me were em ê ji bo Rêberê xwe bikin û li fikrên wî xwedî derkevin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar