Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyê me Kawa Çekdar ku hesreta welêt a di dilê wî de timî zindî bû, bi rengekî bi rûmet ji Ewropayê vegeriya Kurdistanê, xeyala xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla pêk anî, meha Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Kawa dît ku azadiya gelê me tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla û şerekî fedaî dibe, lewma jî derfetên jiyaneke şexsî hemû danî aliyekî û tevlî nava refên gerîla bû. Di demekê de ku êrîşên herî berfireh li gelê me û tevgera me dihatin kirin, bêteredût û bi wêrekiyeke mezin tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Kawa ji roja destpêkê heta şehadetê bi rengekî fedaî meşiya, bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wêrekiya xwe ya mezin a di şer de bû milîtanekî sembol ê demê ku ji hevrêyên xwe re bû mînak.
Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re dixwazin ku milîtanekî fedaî yê Apoyî yê mîna hevrêyê me Kawa gihand û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kawa Çekdar bi vî rengî ne:
Nasnav: Kawa Çekdar Nav paşnav: Îbrahîm Demîr Cihê jidayikbûnê: Stenbol Dayik-Bav: Naîme-Mehmet Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |