Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Serlêdana hevdîtinê ya parêzer û malbatan her timbê bersiv tê hiştin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 30 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Hevdîtin tên astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Li ser vê yekê di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar