Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

​​​​​​​Dewlet qîrker a tirk êrîşên dagirkeriyê didomîne

Doh bi şev û vê sibehê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Minbic, Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temirê kir.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên doh bi şev heta vê sibehê êrîşên xwe li ser gundên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî û Til Temirê berdewam kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk a dagirker erebeyeke meclisê li ser rêya gundê Hetabat ê li başûrê Minbicê bombebaran kiriye. Di encamê de 2 şervanên jin ên meclisê şehîd bûn û yek jê jin, 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, artêşa tirk a dagirker doh gundên Sêgîro û Mişêrfê yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi obus û doçkayan bombebaran kirin. Her wiha gundên Dibis, Hoşan, Xalidiyê, Mieleq û Cedîda û rêya M4 ên li rojavayê navçeyê topbaran kirin.

Di heman demê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Huriye, Erîda, Sean, Kefîfa, Sarûca, Bîr Kino, Qizelî û embarên wê yên genim ên li rojavayê kantona Girê Spî dan ber topan. Ji ber topbarana li ser gundê Hoşanê şewat derket.

Li kantona Hesekê, artêşa tirk a dagirker gundê Um El Kêf û Gozeliyê yên li rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên navîn bombebaran kirin.

Vê sibehê jî gundê Hoşeriyê yê li bakurê bajarê Minbicê bi obusan hat topbarankirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar