Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Îranê qanûna dijminatiya li jinan qebûl kir

Dewleta Îranê a dijminê jinan e salek piştî qetilkirina Jîna Emînî, qanûna 'nixumandin û îfetê' pejirand ku li jinên rûyê xwe napêçin pêkanînên giran ferz dike.

Li gorî çapemeniya fermî, pêşnûme qanûneke ku çend meh in dihate nîqaşkirin û pêkanînên giran li wan jinan ferz dike ku li nava gel rûyê xwe napêçin, di 20’ê îlonê de li Parlamentoya Îranê hatiye pejirandin.

Ajansa Nûçeyan a Îranê li ser mijarê ev agahî da: “Ji bo pêşnûme qanûna ‘nixumandin û îfetê’ sê salan bê ceribandin, parlamenteran pêşnûme pejirandin.”

Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê îlona 2022’yan de li Tehranê bi hinceta ‘porê xwe baş nenixumandiye’ ji aliyê polîsên exlaqî ve hate qetilkirin, serhildaneke bêhempa bi pêşengiya jinan destpê kir.

Jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li her devera Îranê rabûn serhildanê.

Mehên dawî piştî ku jinan bi rengekî servekirî daketin qadan, nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan dan, hikumetê dest bi girankirina polîtîkayên dijminatiya li jinan kir.

Ji bo pêşnûme bibe qanûn divê ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve bê pejirandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar