Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

YRK: Dewleta tirk herêma Şarbajêr bombebaran kir

YRK’ê derbarê êrîşên hewayî yên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêma Şarbajêr de daxuyanî da û wiha got: “Di bombebarana dewleta tirk de tu ziyan negihiştiye hêzên me.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşên hewayî yên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêma Şarbajêr de daxuyaniyek nivîskî da

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di 4’ê cotmehê de li ser Çiyayên Asosê yê herêma Şarbajêr êrîşên dewleta faşîst û dagirker a tik çêbû. Di van êrîşan de balafirên dewleta tirk a dagirker gundê Baswa û sê caran Kanî Xendek bombebaran kir. Di van êrîşan de tu ziyan negihiştiye hêzên me.

Dewleta tirk a dagirker timî ji bo ku têkçûna xwe ji raya giştî ya cîhanê veşêre, êrîşên hewayî pêktîne. Mînaka dawî jî êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî çalakiya fedaî ya Enqerê pergala qirker, dagirker û faşîst hejand. Dewleta dagirker bi vê çalakiyê derbeyek mezin xwar û bi êrîşên dawî dixwazin li ser windahiyên xwe bigrin. Em weke YRK van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin.“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar