Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Kurdistaniyan ji rejîma Îranê aqûbeta Ciwana Sine pirsîn

Rejîma Îranê li aliyekî kurdan darve dike û li aliyê din jî direvîne. Ji van yek jê aktîvîsta kurd Ciwana Sine e. Kurdistaniyên li Osloyê dijîn ji bo aqûbeta Ciwana li pêşiya Konsolosxaneya Îranê çalakî li dar xist.

Çalakiya li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ya li Osloyê ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komîteya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve hate lidarxistin. Komîteya Norwêcê ya KJAR’ê di çalakiyê de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku hêzên dewleta Îranê aktîvîst Ciwana Sine meha tîrmehê revand û hîn jî ew bi aqûbeta wê nizanin û wiha hat gotin: “Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine ku li Rojhilatê Kurdistanê karê me yê rêxistina siyasî dimeşîne, li nêzî Sine hate revandin û agahî jê nayê wergirtin. Malbata wê piştî revandina Werîşe Mûradî kete nava hemû hewldanan, lê belê hîn jî agahî bi dest nexistiye, bi aqûbeta wê nizane. Vê yekê fikarên malbatê û rêxistina me zêde kiriye.”

Nûnerê Ewropayê yê Tevgera Azad Omer Amîn jî diyar kir ku Ciwana Sine ji aliyê îstîxbarata Îranê û sîxurên Muxafizên Şoreşê ve hatiye revandin û wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana vê hevala me ya şoreşger berpirsyar e. Divê tavilê bê berdan.”

Di çalakiyê de tevî pankarta bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî”, posterên Zeynep Celaliyan û Ciwana Sine yên dîlgirtî hatin hildan. Çalakî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar