Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Jinên Rojhilat daxwaza azadiya Werîşe Mûradî kirin

Parêzvanên mafên jinan ên Rojhilat piştgirî dan kampanyaya Werîşe Mûradî li ku ye? Jinan daxwaza azaddiya Werîşe kirin.

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê tebaxê de li bajarê Sine ya Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê hat revandin û îşkence lê kirin. Werîşe Mûradî ya ku hat hînbûn di girtîgehê de ye, ji gelek mafên xwe yên wekî ragihandin, tenduristiyê û şêwirmendiya parêzer bêpar e.

Parêzvanên mafên jinan ên Rojhilat ji bo Werîşe Mûradî “Werîşe Mûradî li ku ye?” kampanya dan destpêkirin. Jinên ku der barê kampanyayê de daxuyanî dan wiha gotin: “Em weke jin rastî pêkanînên neheq ên dewletê tên. Li welat jin tên binçavkirin û cezayê girtîgehê lê tên birîn. Werîşe Mûradî jî çalakvana jinan e û cihê wê ne di girtîgehê de ye. Weke koma jinan me dest bi kampanya ‘Werîşe Mûradî li ku ye?’ kir û em banga hevgirtinê dikin. Em hewl didin Werîşe Mûradî demildest azad bikin.”

Rojnamegera jin a Rojhilat ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, girtina Werîşe Mûradî weke xeteriya li ser azadiya jinê nirxand û wiha got: “Divê mafê ragihandinê, derman û parêzeriyê bê dayîn. Em ê bixebitin ku Werîşe Mûradî demildest were berdan. Em ê binpêkirinên ku Werîşe Mûradî rûbirû maye qebûl nekin û li hemberî vî sûcî bêdeng nemînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar