Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rêber Apo mifteya azadiyê ye

Rojnamegera Japon Îkuko Katsûmata diyar kir ku Rêber Apo ramangerekî girîng e û wiha axivî: “Ez bang li hemû pêşengên li Tirkiyeyê dikim; hûn dikarin deriyê hucreya girtîgehê vekin. Ez pê bawer im ku birêz Ocalan mifteya siberojê ye.”

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ di 10’ê Cotmehê de bi pêşengiya bi sedan akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, profesor, ramanger, rojnamevan, sendîkavan û rêxistinên sivîl li 74 navendên cîhanê dest pê kir. Pêngava azadiyê niha zêdetirî 100 welatan berdewam dike. Yek ji beşdara pêngava azadiyê rojnamegera Japon Îkuko Katsûmata di sala 1991’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiribû, nêrînên xwe anî ziman.

Rojnameger Katsûmata hevpeyvîna xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan  bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan digot hilweşîna sosyalîzmê li Ewropaya Rojhilat û Yekitiya Sovyetê ne ji ber şaşbûna sosyalîzmê bû, lê ji ber ku sosyalîzm bi rengekî rast nehate meşandin. Lewma ew ê ‘li pey rastiyê’ be. Birêz Ocalan her wiha gotibû dê bala xwe ji têkoşîna çekdarî vegerîne ser têkoşîna siyasî.”

Katsûmata got ku ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi hêviya aştî û azadiyê di nava hemû gelan de mezin bûne û bi pêş ketine û wiha domand: “Ramanên birêz Ocalan ên ji hucreyeke girtîgehê ya li girava Îmraliyê derketine, dê tu carî ji holê ranebin.”

Katsûmata diyar kir ku navnîşana aştiyê Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: “Birêz Ocalan ramangerekî girîng e. Ew ramangerekî pêkvejiyanê ye. Ez bang li hemû pêşengên li Tirkiyeyê dikim; ger hûn ji bo mirovan aştiyê dixwazin, pêwistiya we bi çek û gefan nîn e. Hûn dikarin deriyê hucreya girtîgehê vekin. Ez pê bawer im ku birêz Ocalan mifteya siberojê ye.”

Rojnameger Îkuko Katsûmata li paytexta Japonyayê Tokyoyê ji dayik bûye. Piştî ku di salên 1990’î de çend salan li Bahreyn, Viyana û Londonê jiyaye, niha jî li bajarê Kyoto yê Japonyayê dijî. Di havîna sala 1991’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiriye. Pirtûkeke bi navê “Kurd-Dîmena Îroyîn a Mirovên Bêdewlet” nivîsandiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar