Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 4 Ağustos 2025

‘Di vê pêvajoyê de çi destê kê tê divê bike’

Gerîlayê HPG'ê Şerzan Hawar bi wesîleyan 45’emîn damezrandina salvegera«KK’ê de got ku di demeke ku pêwîstiya berxwedanê bi piştgiriyê heye divê her kes bi rol û mîsyona xwe rabe û wiha axivî: “Bila kes nebêje tiştek ji destê min nayê, ez çi dikarim bikim. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê her roj bi taktîkên dewlemend derbên giran li dewleta tirk a dagirker dixin. Gerîlayên azadiyê di sala 46’an a PKK’ê de axivîn. Gerîla Şerzan Hawar anî ziman ku armanca wan pêkanîna armancên şehîdan e û wiha domand: “PKK di demeke wiha de ku hêviya gelê kurd hatibû şikandin bi wezîfeyeke dîrokî dest bi têkoşînê kir. Li gel êşkenceyên dewleta tirk jî kadroyên PKK’ê li zindana Amedê berxwedaneke dîrokî û mezin nîşan dan. Hevalê Kemal Pîr piştî ku kete rojiya mirinê û hat dadgehê ji hevrêyên xwe re got, ‘Em bi ser ketin, îro bi 6 kesan. Sibê em ê bibin bi hezaran kes û xwe bigihînin bi milyonan mirovî’. Îro kurd, ereb, suryanî û enternasyonalîst bi hezaran şervan mil bi mil têdikoşin. Ev yek jî moraleke mezin dide me. Şoreşa Rojava di heman demê de nîşaneya armanca şehîdên me ye. Bêguman vê şoreşê bandor li civaka me jî kiriye. Gelê kurd, jin, ciwan zane bûn, xwe bi rêxistin kirin û tevlî her qada vê şoreşê bûn.”

Hawar destnîşan kir ku di vê dema dîrokî de ji bo berxwedan bi ser bikeve pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demeke bi vî rengî de divê her kes rabe ser piyan, bi rol û mîsyona xwe rabe. Bila kes nebêje tiştek ji destê min nayê. Wezîfeyên girîng bi taybetî dibin para jin û ciwanan. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Weke neviyên Seyîd Riza û Şêx Seîd em ê rol û mîsyona xwe bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar