Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

HPG: Di meha mijdarê de 124 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di meha mijdarê çalakiyên bin bandor li darxistin û encama 193 çalakiyên meha mijdarê de 124 dagirker hatin cezakirin. Di şer de 4 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha mijdarê aşkera kir. HPG’ê daxuyand ku têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrîşên qirkirinê bênavber dewam dike û wiha hat gotin: “Hêzên gerîla yên fedaî ku bi hêza ji îdeolojiya Apoyî werdigirin aqil, dil û îradeya xwe xurt dikin, di nava şert û mercên herî giran de hewl didin bi rola xwe rabin. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de mîsyona xwe ya pêşengiyê ji bo karibe her kêliyê û li her derê bi cih bîne, fedakariyeke mezin bêteredût dikin û bi wêrekî û ruhê fedaî yê Apoyî xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derdikevin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Artêşa tirk a dagirker di meha mijdarê de li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve êrîşên li ser hêzên me dewam kir. Artêşa dagirker hemû derfetên xwe, teknîka şer a serdemê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî hêzên me bi kar anî, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran operasyon kir û tevî vê yekê negihîşt armanca xwe. Li Herêmênw Parastinê yên Medyayê di çeperên şer û tunelan de li hemberî hêzên me yên berxwedêr sûcên şer kir, êrîşên hovane bi rengekî bêperwa dewam kir, ji xeta Kurd a xiyanet û nokeriyê heta dawiyê piştgirî wergirt, lê dîsa jî bê encam ma.

Gerîla di meha damezrandina PKK’ê de şer gur

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî hemû êrîşên dijmin jî xwe û çeperên xwe parast, bi îradeya xwe ya xurt û ruhê fedaî yê Apoyî destanên berxwedanê nivîsand. Bi helwesteke ku tawîzê ji dilsoziya bi xeta şehîdan, rêbaza jiyanê û îdeolojiya Apoyî nadin, têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî mezin kir. Di meha damezrînerê ya partiya me PKK’ê de performansa şer bilind kir û bi operasyonên şoreşgerî û çalakiyên bi bandor salvegera damezrandinê ya 45’emîn pêşwazî kir. Bi taybetî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed a li Metînayê di şeva salvegera damezrandina partiya me de pêk hat ku çalakiyeke di cih de û bi wate bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rêbaza şerê tîm ê pispor ê xwe dispêre tunelan, çeperan û qadê, bi performansa bilind û hostatiya taktîkê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û medya wê ya şerê taybet, hewl da ku derbên ji gerîla xwar û windahiyên xwe veşêre, lê belê rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê bi belgeyan bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin. Careke din hate piştrastkirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a israra di şer de, her wiha êrîşên artêşa Tirk ên xwe dispêrin teknîkê nikare encamê bi dest bixe.

4 gerîlayên azadiyên şehîd bûn

Ji pêşengên operasyonên şoreşgerî yên meha Mijdarê hevrêyên me Ciwan Welat (Fatîh Bûlût), Andok Adil (Ramazan Bîlal), Botan Raperîn (Saît Songulalp) û Egîd Kobanêw (Mahmûd Îbrahîm) bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.”

 

Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya şer a meha Mijdarê ev agahî hatin dayin:

Êrîşên artêşa tirk a dagirker

Êrîşên bi balafirên şer: 140

Êrîşên bi çekên kîmyewî: 124

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 133

Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 103

Hevrêyên şehîd

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4

Çalakiyên gerîlayan

Çalakiyên giştî yên gerîla: 193

Çalakiya kemîndanînê: 1

Çalakiyên sabotajê: 7

Çalakiya gerîla ya koordîneyî

Operasyonên şoreşgerî: 2

Çalakiyên sekvaniyê: 30

Şer û çalakiyên lêdanê: 52

Çalakiyên bi çekên giran: 99

Kuştiyên dijmin

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 124

Dagirkerên birîndar bûn: 1

Amûrên hatin îmhakirin

Wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo: 1

Wesayita zirxî yıa bi tîpa Ejder: 1

Drone: 7

Sîstema kamera ya mobesse: 6

Çeper: 20

Kon: 23

Amûrên derb li wan xistin

Kepçe: 1

Radar: 1

Çeper: 52

Çek û alawên leşkerî yên hatin desteserkirin

Çeka nîv otomatîk a BKC: 1

Çeka bombeavêj: 1

Çeka MPT-55: 2

Şarjorên çeka MPT-55: 12

Amûra pîvandinê: 1

Dedektor: 1

Dûrbîna çekê: 2

Telefona satalaytê: 1

Telefonên destan: 2

Dûrbîna termal: 1

Powerbank: 2

Kincê ji bo baranê: 4

Mont: 2

Êlekê êrîşê: 1

Çente: 5

Kincê leşkerî: 1

Kask: 1

Çenteyê tenduristiyê: 1

Termos: 1

Lepik: 1

Kêr: 2

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar