Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Cendirmeyên di xizmeta Ozak Tekstilê de ne êrîşî karkeran kirin

Cendirmeyên AKP-MHP’ê yên ketine bin xizmeta patronê Ozak Tekstîlê êrîşî karkerên ji bo mafên xwe di çalakiyê de ne kirin. Cendirmeyan nêzî 20 karkerên bi darê zorê binçav kirin.

Desthilata AKP-MHP’ê her tiştên dewletê xistiye bin xizmeta alîgirên xwe. Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (OSB) ya Rihayê li dijî zext, gef û jikaravêtinê dest bi çalakiya berdana kar kirin. Karker di 10’emîn roja çalakiya xwe de rastî êrişa cendirmeyan hatin. Karkerên serê sibê hatine OSB’a dûrî bajêr, xwestin biçin pêşiya Ozak Tekstîlê. Lê îro jî ji hêla cendirmeyan ve hatin astengkirin.

Cendirmeyan ketin û derketina baxçeyê febrîqeyê girtin û bi gotina “qedexe ye” nehiştin kes bikeve baxçeyê kargehê. Li aliyê din, servîsên kargehê ketin baxçeyê kargehê û karkeran jî bertek nîşanî vê rewşê dan. Karkerên xwestin pêşî li servîsên kar bigirin lê belê cendirmeyan êrişî karkeran kirin. Piştî mudaxileyê tevî nûnerên Sendîkaya Karkerên Çerm û Dirûtinê ya Bîrleşîk Tekstîlê (Bîrtek-Sen) herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Karkerên din ên bi dirûşm û çepikan rewş protesto kirin, li pêşiya febrîqeyê çalakiya xwe didomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar