Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê ku îro li ser Telegramê parve kiriye, got: “Di çarçoveya bersivdayîna pêşîn a li dijî kuştina rêberê mezin Şêx Salih El Arûrî û birayên wî yên şehîd de, mucahidên bexwedana îslamî îro sibehê saet di 08.10’an de, baregeha Mîron a çavdêriya hewayî bi 62 moşekan kiriye hedef. Di encamê de birîndar çêbûne.”
Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê parve kiriye, got “şaneya terorîst a ku beşdarî avêtina moşekan bûye, têk biriye.”