Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 81 roj in agahî jê nayê girtin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayê girtin
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 81 roj in tu agahî nayên girtin.