Duh li qada Zapê ya Herêma Kurdistana Federe şer û pevçûn derket û 9 leşker hatin kuştin û 4 jî hatin birîndarkirin. Piştî kuştin û birîndarkirina leşkeran îro serê sibê li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin. Li Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Çewlîg, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Kastamonû, Qeyserî, Kilîs, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwaz, Şirnex, Dêrsim û Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtin û hate diyarkirin ku heta niha 113 kes hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên bi îdiaya “astengkirina xebatên rêxistinê û çavkaniyên wê yên fînansê” hatine binçavkirin, birine miduriyetên polîsan ên li bajêr.