Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Agirê Newrozê li Rojhilat hildibe

Gelên rojhilatê Kurdistanê bi nêzîkbûna Newrozê re dadikevin qadan û agirê Newrozê pêdixin. Li bajarên Rojhilatku agirê Newrozê hatiye hilkirin her diçe berfirehtir dibe.

21’ê Adarê Cejna Newrozê bi hezaran salan e li çar aliyên Kurdistanê û gelek welatên cihanê agirê bi coş tê pîrozkirin. Gelê kurd bi pêxistina agir Newrozê pîroz dike. Gelên Rojhilat ligel zext û zordariya rejîmaÎranê jî dadikevin qadan û agirê Newrozê pêdixin.

Li bajarê Ûrmiyê yê rojhilatê Kurdistanê kurdan cil û bergên kurdî li xwe kirin û daketin qada ku ji bo Newrozê diyar kiribûn. Li wir piştî dadana agirê Newrozê welatiyan heta derengiya şevê li dora agir li ber stranan govend gerandin. Şahî û kêyfxweşiya ciwanan a ji hatina Newroz û demsala biharê bal kişand.

Agirê Newrozê li gundewarên Sineyê yê rojhilatê Kurdistanê hate dadan. Li dora agir govend hate gerandin. Li gel zext û zordariya hêzên dewletê jî li rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar