Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Gerîlayan li Bradostê agirê Newrozê pêxistin

Gerîlayên li qada  Bradostê bi pêxistina agir Cejna Newrozê pîroz kiri. Gerîlayên azadiyê yên jin diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin heta bigihêjin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Pîrozbahiyên gerîlayên azadiyên yên li ciyayên azad bi coşeke mezin didomin. Li qadên gerîla ku li dijî dagirkeriyê şerekî giran tê kirin, Newroz bi coş û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. Ev dîmenê pîrozbahiyê jî ji qadên gerîla ne.

Gerîlayan ji bo pîrozbahiya Newrozê agirekî geş pêxistin û bi merasîmeke leşkerî ev roj pêşwazî kirin. Pîrozbahî bi merasîmê destpê kir. Di merasîmê de fermandara YJA STAR’ê diyar kir ku ew ê bi sala 2024’an wateya Newrozê hîn bilind bikin û got, “Di serî de em Newrozê li Rêber Apo pîroz kir û şehîdên şoreşê bi bîr tînin.  Têkoşîn û berxwedana îro li çiyayê Kurdistanê tê meşandin, bi ruhê Kawa û Mazlûman mezin dibe.”

Fermandara gerîla destnîşan kir ku ew bi biryar in bi têkoşîna xwe ya sala 2024’an azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.

Ji gerîlayên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn Roza û Dîrok Cûdî gotin, “Em weke gerîlayên YJA STAR’ê nirxên xwe li vir dibînin. Ji ber ku yê ku ev roj mezin kir û bi wete kir Rêber Apo bû. Ji ber wê jî barê me hîn giran û berpirsyara me ji bo azadiya civakê bi taybetî jinê heye.” Herdu gerîlayên jin diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin heta bigihêjin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Gerîla Şervan û Rojhat jî anîn ziman ku ew ê ti carî ehêlin agirê Kawayê Hesinkar bitefe û gotin, “Armanca me ew e ku heta serketinê misoger nekin dest ji têkoşînê bernedin.”

Gerîlayan piştî merasîmê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar