Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Hikûmet ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e’

Meclisa Jinan a DEM Partiyê got: ‘’Hikûmet ji bûyera tacizê ya li Şirnexê û ji bûyerên piştre rû dane berpirsyar e.’’

Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî bûyera destdirêjiya çawişê pispor ê tirk daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Tevî ku tundî û qetlîamên li ser jinan roj bi roj zêde dibin, polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên kurd jî bi taybet bi destê artêşa tirk a girêdayî hikûmetê jî her ku diçe tên zêdekirin. Polîtîkayên şerê qirêj ên desthilatdariya mêrparêz li Kurdistanê bi destê ‘hêzên ewlekariyê’ yên hikûmetê  tên meşandin.’’

Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin: “Bûyera li Şirnexê ya tacîzê ya çawîşê pispor ê tirk jî girêdayî polîtikaya şerê taybet a hikûmetê ye ku hikûmetê bi salan e Şirnex kiriye navenda van poliyîkayên xwe yên qirêj. Berteka gel û jinan helwesta li hemberî polîtikayên hikûmetê yên qirêj e. Hikûmet bi xwe ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e. Ji bo ku hikûmet sûcên li dijî jinan, bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê rewa dike, ew bi xwe berpirsiyar e. Em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku jinan hedef digirin, bi awayê herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nehêlin ku hikûmet sûcên xwe yên li dijî jinan veşêre. Li dijî polîtîkayên şerê taybet yên hikûmetê em ê hevgirtin û rêxistinbûna xwe xurttir bikin û bersivê bidin polîtîkayên wan ên qirêj.

Em ê li dijî tundiya dewletê ya mêrparêz hevgirtina xwe xurtir bikin û em ê bi hev re jiyaneke wekhev, adil û azad ava bikin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar