Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Jinên ciwan ên Şengalê wê bibin dengê xweparastinê

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ragihandin ku her yek ji wan  ji bo hilweşandina siyaseta qirkirinê wê bibe dengê xweparastinê û anî ziman ku ew ê bi ruhê pêngava bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî serbixe azadî’ tevlî kampanyayê bibin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê têkildarî pêngava ‘“Li Dijî Qirkirina Jinê Bibin Dengê Xweparastinê” ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) hatiye destpêkirin, li Meclîsa Gel a Serdeştê daxuyanî da çapemeniyê.

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî daxuyanî xwend. Avesta Êzidî bi bîr xist ku di pêşengiya TAJÊ de pêngava “Li Dijî Qirkirina Jinê Bibin Dengê Xweparastinê” hatiye destpêkirin û wiha hate gotin: ‘’Civaka me û bi taybetî jin û ciwan rastî êrîşên herî hovane hatin. Hîna ev ferman di hiş û bîra me de zindî ye. Em weke jinên ciwan bi çîrokên van fermanan têgihiştina xwe ya li dijş fermanan ava dikin. Li ser vê bingehê em weke jinên ciwan ên Êzidxanê rola xwe di pêşxistina hişmendiya parastina cewherî de dibînin.’’

Avesta Êzidî anî ziman ku di 8’ê Adarê de bi pêşengiya TAJÊ kampanyaya “Li dijî qirkirina jinê tu jî bibe dengê xwe parastinê” hatibû destpêkirin û bi vê peyamê piştgiriya ji bo vê kampanyayê hate ragihandin: “Em jî weke Yekitîya Jinên Ciwan ên Şengalê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re radigihînin. Ji bo em siyaseta qirkirinê hilweşînin, her yek ji me bibe dengê xwe parastinê. Em ê bi ruhê pêngava bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî serbixe azadî’ tevlî kampanyayê bibin û bi rengekî çalak cihê xwe tê de bigrin.’’

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘ Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar