Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Arîf Balî: Armanc jîngeheke baş û mirovek bi tendurist ava bikin

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arîf Balî, diyar kir ku ji bo parastina jîngeh û xwezayê wan giranî dane xebatên xwe yên çandina daran û semîneran û got, “Armanca me jîngeheke baş û mirovek bi tendûrist avakirine.”

Rojavayê Kurdistanê hem di aliyê civakî û hem jî di aliyê xwezayî de pêşketinên mezin pêk tên. Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî têkildarî parastina xweza, çandiniya daran û semînerên ku li zanîngeh, peymangeh û li dibistana tê dayîn axivî. Balî diyar kir ku ew her sal dest bi pêngava çandiniya daran dikin û wiha got: “Di 1’ê çileya îsal de me dest bi pêngava çandiniya daran kir. Pêngav di bin dirûşmeya ‘Bibe Hogirê Jîngehê’ bi tevlîbûna sazî û desteyan dest pê kir. Piştî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ev pêngav derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû. Li dibistan, zanîngeh û peymangehê, her wiha di nava civakê de jî girîngiya darekê ji bo civakekê wê bi rêya semîneran bê şîrove kirin.”

Balî anî ziman ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heta niha du daristan hatine çandin û wiha domand: “Li gundê Siftekê û li Navçeya Çelebiyê daristan hatin çandin. Beriya wê jî daristanek bi destpêka salê li Çelebiyê hat çandin. Ji bo hişmendiya parastina xwezayê xurt bibe jî semîner di vê çarçoveyê de tên dayîn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Balî destnîşan kir ku piştî ku dibistan bi dawî bibin, ew ê li tevahiya komînan semîner bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê wextê de wê bêhtirê semîneran di nava xwendekaran de bê dayîn. Ji ber ku yên ku wê xwezayê biparêzin nifşên nû ne. Ji ber vê yekê jî piştî ku dibistan jî bi dawî bibin wê li komîn û meclîsan semîner bên dayîn. Dema rejîma Baasê, tenê ji bo berjewendiyên xwe xebat dikirin. Kargeh û cihê sinetê di nava malan de çêkirin, ew jî hem bandorê li tendûristiyê dike, hem jî bandorê li hewayê dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar