Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Leşkerên Tirk ên dagirker gefa kuştinê li gel xwar û guleberan kirin

Di mînîbusa ku leşkeran li gundê Şapatan a Şemzînanê da sekinandin bi gotina "Em ê GBT'ê bikin" gef û heqaret li kesên di mînîbusê de kirin û welatî gulebaran kirin.

Faşîzma dewleta tirk a dagirker li ser gelê Colemêrgê bi dawî nabe. Her roj leşkerên faşîst bi bûyereke faşîzane dikevin rojevê. Li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, zextên polîsên Tevgera Taybet ên Tirk li ser gelê sivîl berdewam dikin. Di dîmenên ku ji aliyê kesekî ve hatiye kişandin de tê dîtin ku polîsên tevgera taybet ên bi maske di bin navê Kontrola Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) de mînîbusa gund rawestandin û beriya GBT’ê xwestin lêgerînê bikin. Ji ber ku welatî li dijî vê derketin gef û heqaret li kesên ku ev yek qebûl nekirin xwarin. Hat dîtin ku leşkerên Tirk “gefên kuştinê” li welatiyan dixwin û gelek caran gule li kesên ku naxwazin ji wesayitê dakevin, dibarînin. Her wiha hat hînbûn ku leşkeran gefên “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” dixwin.

https://twitter.com/i/status/1779836568007532659

Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Oznur Bartîn dîmenên bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir û bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: “Ev qeyd tenê beşeke kurt a zilma ku hatiye kirine. Heman gund, heman cih gelek caran ev zilm derket pêş, lê zilm bi dawî nebû. Ji ber ku hewaya tirsê ya ku tê xwestin bê afirandin bûye bingeha desthilatdariyê. Weke ku di van wêneyan de jî tê dîtin jin, ciwan û gelê Şemzînanê serî li ber tu ferzkirin, zilm û zordestiyê netewandiye û natewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar