Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Divê gelê me biçin ber avahiya televizyonên Stêrk û Medya Haberê

Desteya Piştevaniyê ya Stêrk û Medya Haber TV serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li studyoyên wan şermezar kir û got, "Ji bo pêşîgirtina li vê bêhiqûqiyê em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bide cihê televîzyonan."

Desteya Piştevaniyê ya Stêrk û Medya Haber TV têkildarî serdegirtina polîsan de daxuyanî dan. Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku avahiyên televîzyon niha ji aliyê bi sedan polîsan ve hatine dagirkirin û wiha hat gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêşî li vê bêhiqûqiyê û serdegirtina neqanûnî bigire, berê xwe bide cihê televîzyonan.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dema dawî konsepta ku dewleta Tirk ji bo qirkirina kurdan amade kiriye, hewl tê dayin ku bi cih bê anîn. Serdana Tirkiyeyê ya li DYA, Iraq û Îranê, her wiha peymanên bi PDK’ê re mohr kir, li gel van hemûyan serdana Serokkomarê tirk Erdogan a li Iraq û Barzaniyan, nîşaneyên dawî yên ji bo bicihanîna vê konsepta qirkirinê ne. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê jî asta leşkerî ya vê qirkirinê ye.

Aşkera ye ku ev konsept konsepteke êrîşê ya navneteweyî ye. Serdegirtina studyoyên Medya Haber û Stêrk TV ên li Belçîkayê ku şeva 23’yê nîsanê saet derdora 02:00 pêk hat, nîşaneya şênber a vê yekê ye. Televîzyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsî ve hatine dagirkirin. Bi vê serdegirtinê tê xwestin, dengê gelê kurd bê birîn. Nabe ku em li hemberî vê serdegirtinê bêdeng bimînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêşî li vê bêhiqûqiyê û serdegirtina neqanûnî bigire, berê xwe bide cihê televîzyonan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar