
Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê piştî ji geîlaên azadiyê derbên mirinê xwarin û di hilbijartinên herêmî de têk çûn, lez dan operasyonên qirkirina siyasî. Di serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de li Amedê hatin kirin de rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Ûs jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de endama Odeya Şêwirmendiya Malî Songul Îpek, endama Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Koç, Zûhal Ayaz, Fatma Opçîn û Mûhammet Ozer jî hene.




