Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dewleta tirk a dagirker 2 hezar hektar erdên gel şewitand

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dişewitîne. Heta niha 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitandin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bomberan dike û sivîlan şehîd dixe li aliyê din jî zeviyên welatiyan dişewitîne. Di encama êrişên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê de zirareke zêde digihije erdên çandiniyê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji ber êrîşên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî çoltarên bajarên Minbic, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Qamişlo û Amûdeyê zêdetirî 2 hezar hektarên erdên çandiniyê şewitîn. Li çoltarê Minbicê hezar û 961 hektar, li gundên Eyn Îsayê 219 hektar, li çoltarê Til Temirê 94 hektar, li çoltarê Zirganê 19 hektar, li çoltarên Qamişlo û Amûdeyê jî 150 hektar erdên çandiniyê şewitîn. Di heman demê de gelemperî jê Kantona Minbicê, zêdetirî 19 hezar darên zeytûn û fistiqan jî şewitîn.

Komîteyên Destwerdana Rewşên Lezgîn a rêveberiya herêmê ava kiriye tavilê destwerdana li şewatan kir û nehişt ku xesara heyî hêj mezintir bibe. Hevserokê Komîteya Şaredariyê û Endamê Komîteya Rewşên Lezgîn a girêdayî Meclisa Girê Spî Mihemed Derwîş da zanîn ku ekîbên wan 44 şewat vemirandine.

Endamê Koma Agirkujiyê ya Şaredariya Gel a Minbicê Talal Hamîdî jî da zanîn ku komên parastina sivîl û rewşên awarte li herêmê 300 şewat vemirandine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar