Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Melayê ji Şêladizê bertek nîşanî PDK’ê da

Mela Abid Bêzel Rêkanî yê ji Şêladizê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li herêmê dan û wiha got: "Dagirkerî bûye agir û herêma me kiriye dojeh. Ger devera me azad bibe, em tiştekî din naxwazin."

Êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Behdînanê ya başûrê Kurdistanê didomin. Di çarçoveya van êrîşan de di 18’ê tîrmehê de Çiyayê Kurêjaro yê li Şêladizê hat bombebarankirin û pêşmergê teqawîd Osman Rijî Rêkanî yê ji eşîreta Rêkan hat kuştin.

Kesên tev li merasîma ji bo Rêkan li Goristana Şêladizê hat kirin bûn, xwestin ku êrîşên dewleta tirk demildest bi dawî bibin.

Mela Abid Bêzel Rêkanî ku di merasîmê de li ser navê xelkê Şêladizê axivî, wiha got: “Ev der ji me re kirine dojeh û deriyek me nemaye. Em nikarin ji Şêladizê heta Amêdiyê yan jî Dihokê biçin. Li ser xelkê herêmê bûne agirek mezin. Em daxwaz dikin ku desthilat û hikûmetê tiştekê bike û çareseriyek ji vê rewşa xelqê herêmê re bibîne. Ev şehîdê 60-70’an yê vê herêmê ye ku bi bê mafî kirine qurban. Êdî xelk bê hêz, bêtaqet û bêzar bûye. Ger devera me azad bibe, em tiştek din naxwazin, heta îstîxdamê jî naxwazin. Çiya, kanî, zevî, av û daristanên me dagirkirine. Dijmin çar aliyê me girtine, em ê bi ku ve biçin?”

Hêjayî gotinêye ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka başûrê Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi aşkere, rayedarên Iraq û başûrê Kurdistanê bêdeng in. Ji ber vê bêdengiyê ji destpêka salê ve di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê de, 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 11 welatî jî birîndar bûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar