Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘PDK bi destê xwe gora xwe dikole’

Siyasetmedar û rojnamegerê derbarê xiyaneta malbata sîxur a Barzanî çeteyên wê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Erdogan PDK’ê weke xulaman dibîne, ne weke hevkar. Malbata Barzanî tenê bûye amûreke ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê bikaranîn, ev malbat bi vî awayî gora xwe bi destê xwe dikole.”

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên dane pêşiya dagirkerê Kurdistanê û êrîşî ser gerîlayên azadiyê û kurd dikin. Bertekên li dijî xiyaneta mabata sîxur û çeteyên wê li her derê zêde dibe. Bi taybetî jî di nav siyasetmedaran de bertekên tund hene. Siyasetmedar û rojnameger têkildarî xiyaneta malbata Barzanî ya bi dewleta tirk a dagirker axivîn û bertek nîşanî dagirkeriyê dan.

Rojnamegerê misrî Elhamî El-Milêcî diyar kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, rûmeta gelê kurd difiroşe û got: “Ji bo piştgiriya rejîma Tirkiyeyê bikin, mafên kurdan tune dihesibîne û azadî û rûmeta gelê kurd binpê dike û difiroşe.”

Lêkolînerê Siyasî yê Navenda Kurdî ya Lêkolînên Siyasî Tariq Hemo jî ragihand ku dewleta tirk armanc dike ku bi tasfiyekirina PKK’ê re hemû başûrê Kurdistanê jî dagir bike û PDK jî kiriye amûreke kiryarên xwe yên qirêj. Hemo ev tişt got: “PDK gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku Erdogan PDK’ê weke xulaman dibîne, ne weke hevkar. Malbata Barzanî tenê bûye amûreke ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê bikaranîn, ev malbat bi vî awayî gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku planên Erdogan û netewperestên tirk ew e ku hemû hêzên kurd ên li welêt, PDK jî di nav de, tune bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar