Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

PDK-S: PDK’ê rê li ber dagirkirina başûrê Kurdistanê vekir

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistan – Sûriya destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê kurd û dagirkirina xaka wî ye. Her wiha diyar kir ku PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk a dagirker re rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê û koçberkirina şêniyên wî vekir.

Artêşa tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê êrîşên hewayî û bejayî li dijî deverên cuda yên başûrê Kurdistanê pêk tîne. Artêşa dagirker li Başûr gundan bombebaran dike û dişewitîne. Jiyana kurdên Başûr di xetereyê de ye.

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistan – Sûriya (PDK-S) Ciwan Siko têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk a bi hevkariya PDK’ê pêk tê axivî. Ciwan Siko diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ji destpêka avabûna xwe de siyasetên qirkirin û dagirkirinê dide meşandin. Li başûrê Kurdistanê jî van siyasetan dide meşandin û serweriya Iraqê jî binpê dike.

Ciwan Siko diyar kir ku piştî peymana di navbera Tirkiye, hikumeta Bexdayê û PDK’ê ev êrîş zêde bûn. Wan aliyan jî hişt ku herêm were dagirkirin û şêniyên wê jî werin koçberkirin.

Siko berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişan silav kir û diyar kir ku şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku li başûrê Kurdistanê şerê gerîlayan bikin, nîşan dide ku planên dewleta tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûne.

Siko diyar kir ku aliyê ku herî zêde zirar ê bigihîjê PDK ye û got: “Siyasetên PDK’ê şaş in. Dewleta tirk a dagirker PDK’ê wek partiyeke eşîrî ku planên wê pêk tîne, dibîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Siko hevkariya di navbera dewleta tirk a dagirker û PDK’ê de şermezar kir û destnîşan kir ku devberdana ji destekdayîna dagirkeran û vegera li yekitiya kurdî, çareseriya tekane ya parastina destkeftiyên gelê kurd e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar